7 kes li Sêrtê hatin girtin

7 kes li Sêrtê hatin girtin

Di encama serdegirtina gundên Hesînpek û Bîkata girêdayê Navçeya Dihê ya Sêrtê de keyayê gund jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. 7 kes bi hinceta ku "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin. Ji aliyê din di serdegirtina malan ya li Gevera Colemêrgê jî kesek hate binçavkirin.

Duh serê bibehê leşkeran di ser gundên Hesînpek û Bîkata girêdayê Navçeya Dihê ya Sêrtê de girtibûn û ji gundê Hesînpek Abdûrrahman Taş, Ahmet Taş, Gurgun Taş û keyayê gund Nurettin Taş, ji gundê Bîkat Haci Koç, Ahmet Koç, Hekîm Sevgîn, Abdûrrahman Sevgîn û hevjîna wî Selamet Sevgîn hatibun binçavkirin.

Kesên ku hatibûn binçavkirin piştî ku anîn Fermandariya Cendirmeyan ya Dihê, sewqî Edliyeya Dihê hatin kirin. 9 kes li pêşberî dadger îfade dan. Dadger Ahmet Koç û Hekîm Sevgîn bi awayekê ku bê girtî werin darizandin, serbest berdan û di derbarê 7 kesan de bi hinceta "Alîkarî dane rêxistinê" biryara girtinê da û şand girtîgehê.

LI GEVERÊ KESEK HATE BINÇAVKIRIN

Li gorî agahiya ku hate bidestxistin polîsan di ser mala welatiyê Mahsûn Sari ku li Taxa Yenî ya Gevera Colemêrgê de girtin. Di serdegirtinê de polîsan li malê de lêgerîn pêk anî û Sari girt bin çavan. Sariyê ku nayê zanîn ji ber çi girtine binçavan, birin Midûriyeta Polîsan ya navçeyê. Hate zanîn ku, polîs li taxên Cûmhûriyet û Gungorê jî bi ser malan de girtiye, lê li vir binçavkirin nehatiye jiyandin.