5 leşkerên li Geverê birîndar bûn anîn Wanê

5 leşkerên li Geverê birîndar bûn anîn Wanê

Hate ragihandin ku, 5 leşkerên di encama pevçûna li bejahiya Gevera Colemêrgê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de derketî û birîndar bûyîn anîn Wanê.

Li gorî agahiyan, li herêma Oremar ya navçeya Geverê di demjimêrên şevê de di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 5 leşkerên birîndarbûyîn bi helîkopterê anîn Wanê.

Agahî nehatin girtin ka di pevçûnê de windahiyên din hene yan na.