5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ’ê de herî kêm 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 18’ê Kanûnê nêzî saet 08.00’an çeteyên DAIŞ’ê li derdora terqerêya Bedîî ya li rojavayê çiyayê Kewanê hewl dan êrîş bikin, wiha berdewam kir: “Hêzên me mudaxeleyî komek çeteyên ji 8 kesan pêk dihat a ku di amadekariya êrîşa hawanê de bûn kirin. Li vir 2 çete hatin kuştin. Çeteyên din jî neçar man ji qadê birevin.

Hêzên me li heman herêmê paqijkirina mayînan jî didomîne. Di encama lêgerînan de gelek mayinên ku çeteyan bicihkirine hatin paqijkirin.”

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin: “18’ê Kanûnê saet 11.00’an çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya diçe Alya û ji rojavayê çiyayê Kezwan tê, hewl dan êrîşî çeperên hêzên me bikin. Di encama mudaxeleya hêzên me de wesayîtek zirxî ya çeteyan hate îmhakirin. Hejmara mirî û birîndarên çeteyan nehate zelalkirin.”

Daxiyanî wiha bi dawî bû:

“18’ê Kanûnê saet 22.00-23.00’an çeteyên DAIŞê li dijî gundê Hemama Tirkmena ya li nêzî bajarokê Silûkê hewl dan êrîş bikin. Koma çete ya bi armanca êrîşa xwekujî hewl da bikeve qadên me, rastî mudaxeleya hêzên me hat. Di encama vê mudaxeleyê de 3 çete hatin kuştin, 3 kaleşnîkof, 3 rextê xwekujî û 3 telefon hatin desteserkirin.
18’ê Kanûnê danê êvarî , li bakurrojavayê çiyayê Kezwan, wesayîtek bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên me hat desteserkirin.”