5 cerdevanên li Wanê îstifa kirin
Li navçeya Bêgirî ya Wanê, artêşa Tirk zext li cerdevanên li taxa Akbûlakê kirin ku bi zorê tevlî operasyona li Çiyayê Tendurekê bibin. Li ser vê yekê 5 cerdevanan îstifa kirin.
Li navçeya Bêgirî ya Wanê, artêşa Tirk zext li cerdevanên li taxa Akbûlakê kirin ku bi zorê tevlî operasyona li Çiyayê Tendurekê bibin. Li ser vê yekê 5 cerdevanan îstifa kirin.
Fermandariya Jenderme û Asayîşê ya Navçeyê ji cerdevanên li taxa Akbûlak a navçeya Bêgirî dimînin re nivîsek şand û ji wan re got, "Êdî hûn ê tevlî operasyona li Çiyayê Tendurekê bibin."
Pêşniyar li cerdevanan hat kirin ku mehane 3 hezar heta 5 hezar TL pere bide wan. Lê 5 cerdevanan gotin ew ê tevlî operasyonê nebin û îstifa kirin.
Beriya niha bi du mehan jî 7 cerdevanan ji bo tevlî operasyona li Çiyayê Tendurekê nebin, îstifa kiribûn. Di şerê dijwar ê du meh berê de li Çiyayê Tendurekê bi dehan leşker û cerdevan miribûn.