4 şervanên YPG’ê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin
Welatiyên Kantona Kobanê 4 şervanên YPG’ê yên di 8’ê Çileyê de, di operasyona rizgarkirina bendava Tişrînê de, jiyana xwe ji dest dane, oxir kirin.
Welatiyên Kantona Kobanê 4 şervanên YPG’ê yên di 8’ê Çileyê de, di operasyona rizgarkirina bendava Tişrînê de, jiyana xwe ji dest dane, oxir kirin.
Welatiyên Kantona Kobanê ji bo oxirkirina şervanên YPG’ê Erdal Zagros (Botan Bozan), Kendal Pirsûs (Elî Sîlmez), Şervan Şiyar Kobanê (Mihemed Gaban) û Kendal Dirgost (Cahîd Minteşe)’ yên ku di operasyona HSD’ê ya rizgarkirina Bendava Tişrîn de jiyana xwe ji dest dane, berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan. Piştî girseya gel cenazeyên şervanan wergirtin, bi karwanekî wesayitan, berê xwe dan goristana şehîd Dîcle ya Kobanê.
Piştî ku girseya gel derbasî goristanê bû, merasîma oxirkirinê hat lidarxistin.
Ji aliyê Fermandara YPJ’ê Bêrîvan Zagros, Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Êto û Endama Saziyê Fatma Osê ve axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji hemû malbatên şervanan re hate xwestin û wiha hate gotin : “Em ti carî soza şehîdan li erdê nahêlên, ji ber ku şehîd ew kesên ku rêya azadiyê bi xwîn û bi ruhê xwe ve ji me re vedikin.”.
Nasnameya şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Erdal Zagros
Nasnav: Botan Bozan
Navê Dayikê: Sedîqa
Navê Bav: Mislim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: gundê Eîn Bet/1997
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Kobanê/ 2015
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn- 8`ê Çileya 2016′ an
**************
Nasnav: Kendal Pirsûs
Nav û Paşnav: Elî Sîlmez
Navê: Dayikê Ayîşe
Navê Bav: Mehmûd
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Pirsûs/1995
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Pirsûs/2015
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn – 8`ê Çileya 2016’ an
*****************
Nasnav: Şervan Şiyar Kobanê
Nav û Paşnav: Mihemed Gaban
Navê Dayikê: Ezîze
Navê Bav: Ihsan
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Amed- Farqîn/1991
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Gever /2009
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn – 8`ê Çileya sala 2016 an
******************
Nasnav: Kendal Derxost
Nav û Paşnav: Cahîd Minteşe
Navê Dayikê: Hekîme
Navê Bav: Kemal
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Licê – Amed sala 1995’ an
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Amed/ 2015
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn- 8`ê Çileya 2016’ an