3 xwendekar li Mersînê hatin girtin

Li Mêrsînê di serdegirtinan de 6 xwendekarên Zanîngeha Mersînê hatibûn binçavkirin 3 ji wan hatin girtin, 3 xwendekarên ku endamên Partiya Şoreşger jî hatin berdan.

Li Mersînê duh li dijî malên xwendekarên zanîngehê de operasyon pêk hat û 6 xwendekar hatin binçavkirin. Piştî îfadeyan Mert Dogruluk, Yilmaz Songur û Abdulmelîk Dîkenyol bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Mustafa Taze, Alî Haydar Buluş û Eren Can Aybek jî bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. 

Li aliyê din 3 kesên ji bo bangawaziya doza endamê Partiya Şoreşger Dersim Dîncer afîş daliqandibûn hatin binçavkirin jî piştî îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan.