20 cerdevanan çek danîn
20 cerdevanên li Cizîrê ku li hember ferzkirina çeteyên AKP’ê ya ‘tevlî operasyonan bibin’ rabûn, îstifa kirin û çek danîn.
20 cerdevanên li Cizîrê ku li hember ferzkirina çeteyên AKP’ê ya ‘tevlî operasyonan bibin’ rabûn, îstifa kirin û çek danîn.
Cerdevanên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku ji ber ferzkirina çeteyên AKP’ê ya ‘tevlî operasyonan bibin’ yek bi yek îstîfa dikin. Li navçeyê 20 cerdevanan tevlîbûna operasyonan red kirin û îstîfa kirin.
Ji cerdevanan S.A. diyar kir ku beriya 2 salan çûne Fermandariya Jendermeyan a Cizîrê, çek hilgirtine û wiha got: "Dema ku me çek hilda şer tunebû. Lê îro şerekî dijwar heye. Beriya hefteyekî ji Fermandariya Jendermeyan a Cizîrê li me geriyan. Dema ku em çûn, leşkeran xwestin em beşdarî operasyonan bibin û ev yek ferz kirin. Me jî ev yek qebûl nekir û 20 cerdevanan îstîfa kirin. Wê gelek cerdevanên din jî îstifa bikin."
S.A. yê ku gotina "Ji bo ku em dijminatiya gelê xwe nekin dest ji çekan berdan" bi kar anî, got ku êdî naxwazin xwîna bira birijînin. S.A. bang li hemû cerdevanan kir û wiha axivî: "Êdî li dijî birayên xwe çek bi kar neynin. Em Kurd bira ne. Destkeftiyên li Kurdistanê yê me hemûyan e."
S.A. anî ziman ku li Kurdistanê hêzên dewletê şerekî qirêj dimeşînin ew wekî cerdevan wê nebin şirîkê şerê qirêj. S.A. diyar kir ku ji ber vê yekê çekên xwe berdane û ev tişt anî ziman: "Divê hemû cerdevan dest ji çekan berde û li dijî qatlîaman têbikoşe. Dem dema yekîtiyê ye."