2 şervanên di pêngava başûrê Kobanê de cihdigirtin ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Şervanê YPG’ê Ehmed Kobanê û şervanê MLKP’ê Îsmet Şahîn (Armanc Pirsûs) ku li pêngava HSD’ê ya li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dijle ya li gundê Termik ê Kobanê oxir kirin.

Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanê YPG’ê Ehmed Kobanê û şervanê MLKP’ê Îsmet Şahîn (Armanc Pirsûs) ku li pêngava HSD’ê ya li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dijle ya li gundê Termik ê Kobanê oxir kirin.

Ji bo wergirtina cenazeyê şehîdan, welatî li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin gel hev û piştî cenaze wergirtin, berê xwe dan Goristana Şehîd Dijle.

Li goristanê merasîm bi merasîmeke leşkerî destpê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin.

Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen axivî û got: “Şehîdên me li hemû qadên Rojavayê Kurdistanê rêya me ronî kirin. Wan teror qebûl nekirin û li hember şer kir.” Şêx Hesen soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre Şervana YPJ’ê û Endama MLKP’ê Hêvî Sarya axivî û got: “Têkoşer Armanc li hember DAIŞ’ê bi lehengiyeke mezin şer kir û gihişt şehadetê. Em li vir soz didin ku em ê Kurdistanê ji hemû kesên ku bixwazin dest bavêjinê re veguherînin goristanê.

Piştî axaftinan, girseya gel cenazeyê her du têkoşeran spartin axê.

...