2 leşker hatin kuştin, 4 tîmên taybet birîndar bûn

Li Sûrê danê nîvro 5 teqînên mezin rû dan. Hat ragihandin, ku di şerê li Sûrê de 2 leşker hatine kuştin û 4 tîmên taybet ên hewl didan dîwarên malan qul bikin û bi vî rengî bi pêş de biçin, birîndar bûn.

Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên hêzên dewleta Tirk û berxwedana gelê Kurd a li hemberî van êrîşan dewam dikin. Îro danê nîvro saet di 12:00 de li dû hev 5 teqînên mezin rû dan. Hat ragihandin ku li navçeyê 2 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Li Kolana Kadi Camîî ya li taxa Dabanoglûyê, tîmên taybet ên deriyên malan şikandin û bi zorê ketin hundirê xaniyan, hewl dan dîwarên malan qul bikin û bi vî rengî bi pêş de biçin. Di şerê li vê derê de 4 tîmên taybet ên Tirk birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, 2 helîkopter jî timî li ser Sûrê digerin.

Hat ragihandin ku Paşa Hamami ya li Fatîh Paşayê bê navber tê gulereşandin. Helîkopterên li ser Sûrê digerin jî car carna gulereyan direşînin.