19 kes li Elbîstanê hatin binçavkirin
Li navçeya Elbistan a Mereşê, jendermeyan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 19 kes hatin binçavkirin, ku di nava wan de Hevserokê HDP'ê yê Elbîsanê Huseyîn Yildirim jî heye.
Li navçeya Elbistan a Mereşê, jendermeyan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 19 kes hatin binçavkirin, ku di nava wan de Hevserokê HDP'ê yê Elbîsanê Huseyîn Yildirim jî heye.
Li navçeya Elbîstanê ya Mereşê, jendermeyan avêtin ser malan û 19 kes binçav kirin. Jendermeyan serê sibê bi ser malên rêveberên HDP'ê yên Elbîstanê de girt. Di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Elbîstanê Huseyîn Yildirim û 18 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Fermadariya Jendermeyan a Elbîstanê. Der barê sedema binçavkirinê de agahî nehat dayîn.