16 şervan ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin

16 şervanên di şerê li Girê Spî û Silûkê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve li ber dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin veşartin.

Cenazeyên 16 cangoriyên berxwedaniya li hemberî êrîşa li ser Girê Spî ji aliyê deh hezaran şêniyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê ve li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin oxirkirin.

Karwanê cenaze yên şervanê YPG’ê Mihemed El-Fetah (Herekol Devrem) û şervanê Erka Xweparastinê Etellah El-Cerba ku di 27’ê Sibatê de di berxwedaniya Silûkê de jiyana xwe jidest dan, li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbesiyê ket riya Goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbesiyê.

Di hemanê de karwanê şervanên YPG’ê Cabir Ehmed, Fayîz Îsmayîl (Serhed Serêkaniyê), Hozan Xedîca (Bengîn Serêkaniyê), Elî Mamo (Şawîş Kobanê), Şêxo Mamo (Çekdar Zagros), Rûbar Erbanî, Beşar Melmûs (Egîd Mextelê), Mehmûd Remo, Kamil Yaqûb (Kemal Dirbêsiyê), Nasir Hiso, Îbrahîm Zoro (Botan Zoro), Mîlad Hemdo (Egîd Serêkaniyê), Umer Îsmayîl (Berxwedan Cûdî), MIhemed Umer (Herekol Tevdem) û Hanî Hisên (Bedran Qamişlo) ku ew jî di berxwedaniya 27’ê Sibatê ya li Girê Spî de jiyana xwe jidest dan, ji pêşiya navenda saziyê ya bajarê Serêkaniyê derket.

Bi hezaran şêniyên Dirbesiyê û Serêkaniyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a Kantonê û endamên Saziyên Civaka sivîl û rêxistinên siyasî tevlî girseyên merasîmê bûn.

Her du karwanên cenaze li gundê Berkevirê gihîştin hev. Li wir piştî rêzgirtinê merasîm destpê kir. Şervanên Erka Xweparastinê jî merasîmeke leşkerî pêşkêş kirin. Ji endamên Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axivî û li ser êrîşa Girê Spî wiha got: "Tirkiyeyê bi xwe berê komên çete da Silûkê ku biratiya gelan xera bike û di navbera pêkhateyan de tevlîheviyê derxîne. Em ji bo yektîiya Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ên Rojava bi israr in. Wê jiyana wan bi hev re li ser bingeheke demokratîk dewam bike."

Henîfe Hisên diyar kir ku rizgarkirina bajarê Girê Spî û Şedadê ji aliyê hêzên QSD`ê, YPG`ê û YPJ’ê derbeyeke xurt di rûyê siyaseta dewleta Tirk de bû, ji ber vê çendê terorîstan bi awayekî hovane bi ser bajarên Rojava ve dişîne.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso jî axaftinek kir û tê de got: "Tirkiye li dijî Rêveberiya Xweser a Rojava ye. Ew naxwaze li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê sîstemeke federal û nû pêk were."

Li ser navê malbatên şehîdan û saziyê jî hin axaftin hatin kirin û soza dewamkirina rêya şehîdan a rizgarkirina tevahiya xaka Rojava ji qirêjiya çeteyan hat dayîn.

Piştre bernameyên her 16 cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatan kirin. Li gel tilîliyên dayîkan û dirûşmeya ‘Şehîd namrin’ û ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ cenaze li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin oxirkirin.