16 welatiyên ku duh piştî êrîşa li dijî qereqolên cendirmeyan a Oremarê û Şitazinê pêk hatin hatin winda bûn li herêma operasyonê hatin dîtin. Hate zanîn ku welatiyên di qada operasyonêde mane li qereqolê geriyane û xwestine bombebaranê rawestînin.
Duh serê sibê gerîlayên HPG'ê li dijî qereqola Cendirmeyan a Şitazinê û Oremarê êrîşa çekdarî pêk hatîn. Piştî êrîşê li gorî Walîtiyê 8 leşkeran û li gorî welatiyan 30 leşker mirin. 19 leşker jî birîndar bûn. Piştî êrîşa li dijî qereqolan 16 gundiyên Şitazinê di qada operasyonê de man. 16 welatiyên ku ji bo pincar kom bikin çûn gundê Serpîlê yê di sala 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hatibû valakirin, di qada operasyonê de asê man.
Ji welatiyan Nurettin Renda li malbata xwe geriya û diyar kir ku rewşa wan baş e. Birayê Nurettin Renda Mehmet Renda, anî ziman ku birayê wî Nûrettîn hêj li qada operasyonê ye û wiha got: "Birayê min bi telefonê li me geriya. Diyar kir ku rewşa wan baş e. Gundê Serpilê di sala 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hatibû valakirin. Birayê min û 15 welatî ji bo pinçar kom bike çûbûn gund. Birayê min û 15 welatiyan li gund kon vedane. Piştî operasyonê 2 bomba li tenişta kon ketin. Piştî 16 kesan kon terk kirin heta serê sibê di bin tahtekî de xwe veşartin. Birayê min pişt re bi telefonê li Fermandarê Qereqola Şitazinê geriya û xwest li herêmê êrîşê rawestînin. Lê hêj 16 welatî li herêma operasyonê ne û agahî ji wan nayê girtin.
Welatiyan diyar kirin ku bi sedan pezên wan di qada operasyonê de mirar bûn û li gundê Civyanê 2 guleyên hawanê li nava keriyên pez ketine û gelek sewalên wan mirar bûne.
Li herêmê bombebaran û operasyon didome.