16 gundiyên li herêma Oremar a navçeya Geverê ya Colemêrgê, piştî pevçûnê tu agahî jê nehatin girtin gihiştin gundê xwe. Gundiyan, diyar kirin ku ew ji mirinê filitîne û 150 sewalên wan telef bûn. Li herêma operasyonê 2 şivan hatin binçavkirin.
16 gundiyên li herêma Oremar a navçeya Geverê piştî pevçûnê tu agahî ji wan nehate girtin, ji herêma operasyonê derketin û gihiştin gundên xwe. Ji gundiyên piştî 2 rojan gihiştin gund Nurettîn Rendan tiştên hatin serê wan ji DÎHA'yê re vegotin.
Renda, diyar kir ku ew bi mirinê re rû bi rû man û wiha got: "Piştî operasyonê em li gundê Serpêl mehsur man. Di dema pevçûnê de me bi mirinê re rû bi rû man. Ji ber gulebarana helîkopteran me canê xwe zor xelas kir. Di encama gulebaranê de 150 sewalên me telef bûn. Em îro ji herêma operasyonê bi derfetên xwe gihiştin Şitazin. Lê li heman herêmê şivanên bi navê Servet û Umut Ozaka ên sewal diçerandin ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û birin qereqolê. Ji şevê din heta niha me tu agahî ji wan negirti."
Li aliyê din 2 gundiyên ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin serbest hatin berdin.