15 roj in gihiştina bajaroka Rûbarokê qedexe ye

15 roj in gihiştina bajaroka Rûbarokê qedexe ye

Ji 23’yê tîrmehê ve serweriya gerîlayan a li ser herêma Şemizînanê berdewam dike. Ev 15 roj in artêşa Tirk destûr nade ku ji navçeya Şemizînanê tu kesek biçe bajaroka Rûbarok û gundên li herêmê.

Şer û pevçûnên di 23’yê tîrmehê de li navçeya Şemizînanê dest pê kirin beredewam dikin. 34’emîn Fermandariya Tûgaya Sînor a Artêşa Tirk a li Şemizînanê her tim deverên çiyayî topbaran dike.

Operasyonên li herêmê berdewam dikin û 15 roj in ketin û derketin 10 gund û 42 gundikan hatine qedexekirin.

Her wiha, li gundikên Beytaran, Moşê, Çem û Guzelkaya, Nêrkolaya Jêrîn û Jêrîn ên girêdayî gundê Gunyaziyê tu ewlehiya cane xelkê herêmê tune ye û gundî nikarin vegerin malên xwe yên hatine valakirin. Bombebarana dijwar a li herêmê berdewam dike.