13 herêmên Bakûrê Kurdistanê hatin qedexekirin

13 herêmên Bakûrê Kurdistanê hatin qedexekirin

Walîtiya Amedê diyar kir ku ji 6'ê Tîrmehê û şûnde heta mehekê di sînorên Amed, Colemêrg û Şirnexê 13 herêm ji bo demekê li mirovan hatine qedexekirin û wekî herêmên operasyonê hatine binavkirin.

Li 3 bajarên kurdan ji bo mehekê 13 qadên jiyanê li mirovan hatin qedexekirin. Walîtiya Amedê diyar kir ku ji 6'ê Tîrmehê û şûnde heta mehekê di sînorên Amed, Colemêrg û Şirnexe 13 herêm ji bo demekê li mirovan hatine qedexekirin û wekî herêmên operasyonê hatine bi navkirin.

Walîtiyê da zanîn ku 13 herêm wekî qada leşkerî hatine îlankirin û xwest mirov neçin wan herêman.