Cenazeyê Yasemîn Çikmaz a li Cizîrê di jêrzemînên hovîtiyê de hate qetilkirin û 12 canezeyên welatiyên di heman qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan û li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê yên nasnameyên wan nehatin tespîtkirin hatin definkirin.
Cenazeyê Yasemîn Çikmaz a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên hovîtiyê de hate qetilkirin û 12 canezeyên welatiyên di heman qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan û li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê yên nasnameyên wan nehatin tespîtkirin li Cizîrê hatin definkirin. Cenazeyên ku ji ber xetereya li ser guhertina rêziknameya Saziya Tiba Edlî ji aliyê hêzên dewletê ve bên definkirin hebû ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve hatin wergirtin û li Goristana Asrî ya Cizîrê û Goristana Taxa Yafesê hatin definkirin.
Hêzên dewletê nehiştin welatî beşdarî merasîma cenaze bibin, cenazeyê Yasemîn Çikmaz tenê ji aliyê dayik û bavê wê ve hate definkirin.