12 roj in rêya bejahî ya Rûbarokê girtî ye

12 roj in rêya bejahî ya Rûbarokê girtî ye

Şer û pevçûnên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê ji 23’yê tîrmehê ve berdewam dikin. Rêya bejahî ya di navbera Şemizînan-Rûbarokê de ev 12 roj in hatine girtin. Artêşa Tirk Çiyayê Gomanê ya li nêzî navçeyê dibe ber obîs û hewanan.

Şer û pevçûnên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê di roja 12’yemîn de berdewam dikin. Ketin û derketina herêmê hatiye girtin. Rêya bejahî ya di navbera Şemizînan-Rûbarokê de ev 12 roj in hatine girtin. Artêşa Tirk Çiyayê Gomanê ya li nêzî navçeyê dibe ber obîs û hewanan.

Li gorî agahiyan tevî girên Konserve û Garê, gelek herêmên din di bin kontrola gerîlayan de û gerîlayên HPG’ê 35 km ketine nava xaka navçeyê. Her çendî artêşa Tirk tu daxuyaniyek nade lê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Niha li 35 km hundirê sînor li derdora Şemizînanê gerîla hene. Bi vî awayî gotinên hundir û dersînor jî êdî dibin çîrok.” Karayılan destnîşan kir ku ev yek ne tenê li Şemîzînanê, niha li Botan-Zagrosê hemû wisa ye.