12'ê Îlonê xwe li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê nîşan da

Li girtîgeha Tîpa F ya hejmarên 1. û 2. a Tekîrdagê, girtiyên siyasî ji bo zexta 'tekmîlê' ya di dema axaftina bi telefonê de tê ferzkirin protesto bikin, bi telefonê neaxivin. Li van girtiyên siyasî cezayên dîsîplînê tên birîn.

Li girtîgeha Tîpa F ya hejmarên 1. û 2. a Tekîrdagê, girtiyên siyasî ji bo zexta 'tekmîlê' ya di dema axaftina bi telefonê de tê ferzkirin protesto bikin, bi telefonê neaxivin. Li van girtiyên siyasî cezayên dîsîplînê tên birîn.

Îbrahîm Halîl Bozkûrt kekê Abdulkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F ya li Tekîrdagê girtî ye, ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li vê girtîgehê pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê li ser kar in. 

Bozkûrt diyar kir ku ew di 20'ê Kanûnê de çûye ziyareta birayê xwe û anî ziman ku girtiyên siyasî yên li dijî zexta tekmîlê ev 5 hefte ne mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar nînin, hem cezayên dîsîplînê hatine birîn hem jî nameyên wan ên ji bo agahdarkirina raya giştî hatine desteserkirin.

NAME TÊN DESTESERKIRIN

Li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdag, roj bi roj mafên mirovan bêhtir tên binpêkirin. Li hemberî zexta kêfî ya tekmîla di dema axaftina bi telefonê de, girtiyên siyasî nêzî meheke bi telefonê neaxivin. Derket holê ku li van girtiyan, hem cezayên dîsîplînê hatine birîn, hem jî nivîsandina nameyan li wan hatiye qedexekirin. Îbrahîm Halîl Bozkûrt, ji ber ku demeke dirêj agahî ji birayê xwe yê girtî Abdulkadîr Bozkûrt wernegirt, di 20'ê Kanûnê de ji Rihayê çû Girtîgeha Hejmara 2. a Tekîrdagê û birayê xwe ziyaret kir. Bozkûrt diyar kir ku birayê wî yê 22 salî, ku berî pênc salan ji doza PKK'ê hikum xwar, qet di rewşeke baş de nedîtiye û got, "Abdulkadîr ji min re got ku gelekî zextan lê dikin. Bi protestokirina axaftina bi telefonê re li dijî zexta tekmîlê derdikevin. Ji ber vê protestoyê jî hem cezayên dîsîplînê li wan birîn e, hem jî nameyên wan ên ji bo agahdarkirina raya giştî, hatine desteserkirin. Anî ziman ku gardiyan timî diavêjin ser hucreyên wan û ji hev belav dikin."

HEMÛ MAFÊN BI BERXWEDANÊ HATINE BIDESTXISTIN, YEK BI YEK TÊN STENDIN!

Kek Bozkûrt ragihand ku hemû mafên girtiyên siyasî yên bi berxwedana bi salan wergirtine, yek bi yek ji destê wan tên girtin û destnîşan kir ku ya li girtiyên siyasî tê kirin, ne kêmî pêkanînên 12'ê Îlonê ye. Bozkûrt da xuyakirin ku ev şert û merc, ji Gûatemala jî derbas kirine û got, "Bi tenê kincê pirtiqalî jê kêm e." Bozkûrt serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê da û diyar kir ku girtiyên mehkûmî tecrîda di nava tecrîdê de hatine hiştin, hewl tê dayîn ku nikaribin hilmê jî bistînin. Bozkûrt diyar kir ku girtî bi biryar in li hemberî zextan li ber xwe bidin û destnîşan kir ku eger zext bi vî rengî bidomin, ew ê malbat jî bikevin dewrê. Bozkûrt got, "Em nema dikarin xwe li pêkanînên bi vî rengî rabigirin. Li malê êdî hizûra kesî nemaye."

...