JIN
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Hemû Nûçe
-
Li Tambovê civîna 25 Mijdarê
Jinên Kurd ên li bajarê Tambovê dijîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî hemberî Şîdeta li dijî Jinê di civînekê de hatin cem hev.
-
Parastina herî mezin a jinê rêxistinbûyîna wê ye
Ji Fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî û Pelşîn Koçgirî bal kişandin ser girîngiya pênasekirina rast a şîdetê û rêbazên têkoşîna li dijî wê û destnîşan kirin, ku parastina herî mezin a jinê rêxistinbûyîna wê ye.
-
-
-
Banga daketina kolanan û xweparastinê li jinan hat kirin
Meclîsa Azadiyê ya Jinê û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ser 25'ê Mijdarê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku AKP û DAIŞ dijminatiyê li jinan dikin û hat gotin ku li dijî vê yekê jin pêşnegiyê ji şoreşê re dikin.
-
-
‘Jina Kurd temsîla îradeya azad e’
Jinên Kurd ên li bajarokê Erşovê dijîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan di civînekê de hatin cem hev.
-
-
-
-
Erdem: Divê jinên Başûrî xwe biparêzin
Fermandara YJA Starê ya eniya Kerkûkê Gulîstan Erdem got, "Girîng e jinên li Başûrê Kurdistanê li dora YJA Starê bicivin û li dijî her şêwe êrîşan zanibin xwe biparêzin."
-
'Jineolojî zanisteke civakî ye'
Endama Komîteya Jineolojî Armanc Sarya got, "Çavkaniya me ya agahiyan yanî epîstomolojiya me, li ser bingeha têkoşîna çil salan derket holê. Di nava zanistiyan de navendên hilberîna agahiyan hene."
-
-
Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê bê navber didomin
Çalakî û aktîvîteyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan didomin. Jinên Kurdistanîı û dostên wan li gelek welatan têkildarî 25’ê Mijdarê çalakî û panel li dar xistin.
-
KCK: Li dijî şîdetê em li qadan têkoşînê pêş bixin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 25’ê Mijdarê weşand li hemberî şîdeta li dijî jinan û li hemberî şîdeta dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne banga derketina qadan û pêşxistina têkoşînê kir.
-
-
-
Li Dresdenê semînera li ser 25'ê Mijdarê
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Dresdenê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, semîneke hat lidarxistin.
-
-
-
Li Parîsê panela 25’ê Mijdarê
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li dijî Jinê li Şaredariya Malakoff a paytexta Fransa, Parîsê panelek hat lidarxistin.
-
-
-
-