JIN
KJK'ê ji ber koça dawî ya dayika têkoşerên azadiyê Selvî Tepe sersaxî xwest û got, "Em ê xeyalên te teqez bi azadî û wekheviyê tacîdar bikin."
Di sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava de, statuya Kurdan, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa Kurdên li dîasporayê hat nîqaşkirin.
PAJK'ê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo û şêwaza Zîlan têdikoşe wê ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' re bibe bersiv û xwedî li xeyalên şehîdan derkeve.
Festîvala jinan a Zîlan a 21'emî li Londonê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.
YPJ'ê fermandar Zozan Denîz bi daxuyaniyekê bi bîr anî û destnîşan kir ku wê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin.
Hemû Nûçe
-
-
-
Şahiya 8’ê Adarê li Silêmanî dest pê kir
Şahiya 8’ê Adarê ya ji aliyê RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Berde Qehreman a ser bi Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan jin û xelkê Silêmanî û derdora wê dest pê kir.
-
TJK-E'yê bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
TJK-E'yê bernameya çalakiyê ya 8'ê ya Adarê ya tevahiya Ewropayê aşkere kir û bang li jinan kir ku bi dirûşma,''Li ber xwe bide, rêxistinî bibe, bi azadî bijî!' tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.
-
KJAR: Di şoreşa Îranê de jin pêşeng in
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê şehîdên 8’ê Adarê bi bîr anî û 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir. KJAR’ê her wiha bang li hemû jinan kir ku, bi boneya vê rojê divê jin yekîtiya xwe ava bikin û têkoşînê geştir bikin.
-
‘Em ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne’
Fermandara Biryargeha YJA Starê Xelat Şemsê diyar kir çi kesê ku dilxwazên azadiyê ne, berxwedana jinên Kurd moralê wan geş dike, wêrekiyê dide wan û got “Em ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne."
-
Jinên Wanê ji 8’ê Adarê re xwe kar kirine
Wan xwe ji bo şahînetên 8’ê Adarê hazir dike. Jinên Wanê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê saet di navbeyna 10:00’an-17:00’an li Parka Mûsa Anter a Aştiyê, 8’ê Adarê wê pîroz bikin.
-
-
Jinên Dersimî wê 8’ê Adarê li qadan bin
Endama Platforma Jinan a Dersimê Nûrşat Yeşîl anî ziman ku dem hatiye dîwarên mirinê, tirs, zext û tundiyê hilweşînin û bibin yek. Yeşîl, bang li jinan kir ku qadên têkoşînê tijî bikin.
-
-
-
-
-
-
-
Li gundê Hesewîkê semînera 8'ê Adarê
Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de TAJÊ li gundê Hesewîkê semînerek li ser girîngiya yekitiya jinê li dar xist û bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan.
-
-
-
Buldan: ''Dema azadiya jinan e''
HDP'ê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Civîna Koma Jinan li dar xist. Buldan got, ''Em ê bi hev re li qadan biqîrin. Em ê bi hev re biguherînin û dem dema azadiya jinan e."
-
Li Amedê coşa 8'ê Adarê - HATE NÛKIRIN
Rêxistinên jinan ên Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Sûra Amedê daxuyaniyek dan, ligel astengiya polîsan jî belavok belav kirin û ji girtiyên jin re kart şandin.
-
-
KJK: Di 8’ê Adarê de wê pêngava me bigihêje lûtkeyê
KJK’ê diyar kir ku di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de wê pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ bigihêje lûtkeyê û got “Divê ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve bi rengê jinê pirek were avakirin û îsal bibe sala azadiyê.
-
-
-
Yên ku 8'ê Adara jinên Kurd afirandin
Jinên Kurd ku bi pergala ku danîn ji jinên cîhanê re bûne modêl, wê li tarîtiya cîhana ku bi şerê dewleta nêr û krîzan di tarîtiyê de hatiye hiştin, 8'ê Adarê bibe roj.