JIN
KJK'ê ji ber koça dawî ya dayika têkoşerên azadiyê Selvî Tepe sersaxî xwest û got, "Em ê xeyalên te teqez bi azadî û wekheviyê tacîdar bikin."
Di sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava de, statuya Kurdan, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa Kurdên li dîasporayê hat nîqaşkirin.
PAJK'ê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo û şêwaza Zîlan têdikoşe wê ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' re bibe bersiv û xwedî li xeyalên şehîdan derkeve.
Festîvala jinan a Zîlan a 21'emî li Londonê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.
YPJ'ê fermandar Zozan Denîz bi daxuyaniyekê bi bîr anî û destnîşan kir ku wê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
KNK: Li Kurdistanê dema jinên azad e
Komîsyona Jinan a KNK'ê bal kişand ser bandora jinên Kurd a li nava siyaseta neteweyî û navneteweyî û got, "Jinên Kurd ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe, xwe gihandine asta pêwîst a rêxistinkirinê."
-
'Têkoşîna me wê heta serxistina şoreşa jinê dewam bike'
Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û ragihandin ku bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna jinê gihîştiye vê astê. Bang li jin ên ciwan kirin, ku ji bo serketina şoreşê, tevlî berxwedanê bibin.
-
Besê Erzîncan: Yekîtiya jinê wê dawî li faşîzmê bîne
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku 8'ê Adarê roja serîhildana li ber koletiyê ye û got, bi sala 2022'an re jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê wê hîn bêhtir giraniyê bidin ser têkoşîna hevpar.
-
Li Berlînê jin li dijî faşîzma dewleta Tirk meşiyan
Li Berlînê di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo girtiyên nexweş û ji bo jinên di têkoşîna li dijî çeteyên hov ên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Şengalê de jiyana xwe ji dest dane meşek hat lidarxistin.
-
-
Çalakiyên 8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan bi rasthatina 8’ê Adarê bi çalakiyên cûr bi cûr pêşwazî dikin. Li Tebqa, Heleb, Şehba û Sirînê jinan peyamên girîng dan û gotin: “Em ê heta bidestxistina serkeftin û rizgariyê li ser rêça şehîdan bimeşin."
-
Li Mexmûrê jinan meşa 8’ê Adarê lidarxistin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jinan bi wesîleya 8’ê Adarê meşeke girseyî lidar xistin. Di daxuyaniya hatî dayin de peyama bilindkirina têkoşîna azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya Ocalan hat dayin.
-
-
-
-
YJŞ: Jin wê bi berxwedanê azad bibe
Fermandariya YJŞ'ê 8'ê Adarê bi daxuyaniyekê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya rêxistinî û xweparastina jinê. Fermandariyê destnîşan kir, ku jin wê bi berxwedanê azad bibe.
-
-
'Bi 8'ê Adarê re em ê berxwedanê geştir bikin'
Ji gerîlayên HPJ’ê Dilviyan Zagros 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan hemûyan pîroz kir û got, "Pêwîste em jin hemû, bi wesîleya vê rojê hêza xwe ya têkoşîn û berxwedanê, li her qadê xurtir bikin."
-
-
Sozdar Zagros: Azadî nayê binpê kirin
Endama KJAR’ê Sozdar Zagros bi wesîleya 8’ê Adarê, roja jinan ya cîhanê, bang li hemû jinan kir ku tevlî kampanya “Li dijî kuştina jinê û qirkirina xwezayê; têkoşîn” bibe ku KJAR’ê daye destpêkirin.
-
'Jin divê her roj têbikoşin'
Jinên Amedî gotin, têkoşîn û xwepêşandan divê ne tenê di 8'ê Adarê de be û destnîşan kirin ku têkoşîn divê bênavber bê meşandin.
-
-
-
-
-