Polîsên Tirk êrîşî çalakiya KJA'yê kirin

Polîsan êrîşî jinên KJA'yî kirin, ku zext û zordariya dewleta Tirk şermezar dikin. Çalakiya protestoyî ya jinan dewam dike.

Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA), ji bo binçavkirina binçavkirina Berdevka xwe ya demî Ayla Akat Ata û zextên AKP/Qesrê şermezar bikin, xwestin li ber avahiya xwe daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê polîsan êrîşî jinan kirin û xwestin wan binçav bikin. Çalakiya jinan a li vê derê dewam dike.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Hevşaredar, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin jî tevlî çalakiyê dibin.