Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Wanê mirina bi gumanbarî ya jinekê

Li gundekê navçeya Şaxê ya Wanê, jina bi navê Hayriye Kîşîoglû bi awayekê gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Tîloran ê navçeya Şax a Wanê Hayriye Kîşîoglû ya 50 salî, bi awayekê gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Hat îdiakirin ku Kîşîoglûyê gule bera xwe daye. Xizmên Hahriye Kîşîoglûyê komên tenduristiyê agahdar kirin.

Komên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê, da zanîn ku Hayriyeyê jiyana xwe ji dest daye. Ji bo kar û barê otopsiyê cenaze rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê.