Li Stenbolê jinek hat qetilkirin

Li Esenyûrtê jina bi navê Meryem Yilmaz ji aliyê zilamekê ve bi kêran hat qetilkirin.

Li Taxa Îstîklal a navçeya Esenyûrt a Stenbolê jina bi navê Meryem Yilmaz a ku ji bo biçe marketê derketibû derve ji aliyê zilamekê ve bi kêran hat qetilkirin.

Êrişkar piştre ji cihê bûyerê reviya.

Welatiyên ku şahidiya bûyerê kiribûn agahî dan polîs û ekîbên tendirustiyê.

Ekîbên tendirûstiyê piştî midaxeleya destpêkê Yilmaz rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû midaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.