Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê

Li navçeya Nisêbînê, jina bi navê Safiye Ok bi awayekî biguman jinaya xwe ji dest da.

Hat îdia kirin ku li gundê Dala yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, jina bi navê Safiye Ok (50) dawî li jiyana xwe aniye. Hat diyarkirin ku Ok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Piştî ku otopsiya wê hat kirin cenazeyê Ok ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li gundê ku lê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin.