BI DÎMEN

Li Lîege çalakiyên 8'ê Adarê destpê kirin

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî dest bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî kir.

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî dan destpêkirin.

Meclîsê pêşî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Lîege, semînerek li ser 8'ê Adarê û têkoşîna azadiyê ya jinê da.

Piştî semînerê, jin çûn postaxeneyeke li bajêr û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert şandin.