Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Kelarê pêşangeha hunerên destan

Li Kelarê pêşangeheke hunerên destan ku jinên Rojhilatê Kurdistanê jî di nav de ne, hat vekirin. Di pêşangehê de cil, motîf û xwarinên girêdayî çanda Kurdî hatin pêşandan.

Jinan li parka giştî ya navçeya Kelar a Germiyan pêşangeheke hunerên destan li dar xistin. Eleqeyek mezin ji bo pêşangeha ku jinên Rojhilat jî beşdar bûn, hebû. Di çalakiyê de cil û bergên neteweyî, kelûpel û xwarinên çanda Kurdî hatin pêşandan.

Jinên ku ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûne, diyar kirin ku, divê jin bi xwe û hêza xwe ya cewherî bawer bin.