4 jin li bakurê Efganistanê hatin qetilkirin

Li bajarê Mezar-i Şerîf a Efganistanê 4 jin hatin qetilkirin ku di nava wan de aktîvîsteke mafê jinan jî hebû.

Hat ragihandin ku li bakurê Efganistanê li bajarê Mezar-i Şerîf 4 jin ku di nava wan de aktîvîstek majê jinan jî hebû hatine qetilkirin.

Tê îdiakirin ji ber ku di nava wan de aktîvîsteke mafê jinan hebûye û xwestine ji welat derkevin ketine defikê.

Kogreya Star têkildarê qetilkirina 4 jinan daxuyaniyek nivîskî da, bûyer şermezar kir û got ku ew êrişeke rêxistinkirî ya li dijî jinê ye.