Li Antalyayê jinek hat qetilkirin

Li bajarê Antalyayê zilamê bi navê Sadûllah G. Ji pişt ve li Ayşegul Sert xist û ew qetilkir.

Li taxa Kizilsaray ya girêdayî navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê zilamê bi navê Sadûllah G. (68) bi gule ji pişt ve li Ayşegul Sert (45) xist û ew qetilkir.

Sadûllah G. yê Ayşegul Sert qetil kirî hewlda xwe bikuje.

Ekîbên tendirustiyê hatin malê û diyar kirin ku Sert jiyana xwe ji dest daye.

Sadûllah G. yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Analyayê.

Têkildarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.