BI DÎMEN

Koma Hevra berhema bi navê 'Pepûle' jinûve got

Koma Hevra ku li Stenbolê kar dike, strana 'Pepûle' ya ku Awazê Çiya ji bo şehîd Zîlan Pepûle amade kir, jinûve got.

KOMA HEVRA

Hevra ku di 4'ê Nîsana 2019'an de li Stenbolê dest bi kar kir, hilberîna xwe ya muzîka Kurdî dewam dike. Koma ji Yûsûf Keleş, Zeynep Dogan, Baran Sunbul û Gencay Morkoç pêk tê. Konserên komê gelek caran hate qedexekirin. Endamên komê hatin binçavkirin û hin ji wan jî hatin girtin.

Komê diyar kir ku ew di muzîka Kurdî de kevneşopiya muzîka şoreşgerî dewam dike. Komê strana "Pepûle" ya Awazê Çiya ya li ser şehîd Zîlan jinûve got.

Komê got, "Em kedkarên hunerê yên wî gelî ne ku li ser şehîdan distirê, stranên lehengiyê çêdike. Yek ji berpirsyariyên bingehîn ên hunermendan ew e ku xwedî hesta wefayê ne, bi gelê xwe re têkoşînê dimeşînin û li refên têkoşîna azadiyê ne. Me jî berhem û hilberîna xwe bi berpirsyariya dayina deynê xwe yê wefayê ji bo şehîdên xwe yên mezin, meşand û em hewl didin bi vî rengî karê xwe bikin."