Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Klîba helbesta li ser Jîna û Nagîhan hate weşandin

Gerîlayên jin ji bo Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel ên ku ji aliyê feraseta dijminatiya jinan dike hatibûn qetilkirin, klîbeke helbestê weşandin.

Ji bo Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq hatibû qetilkirin û piştî qetilkirina wê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanê dest pê kiribû û ji bo Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a ku li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk hatibû qetilkirin, klîbeke helbestê hate weşandin.

Klîb ji aliyê Beşa Çapemeniyê ya PAJK’ê hate weşandin û qala welat, serhildan, jiyan û azadiyê tê kirin.