DEM Partî li Qersê bi jinan re civiya

DEM Partî li Qersê bi jinan re civîn li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku hemû destketî bi têkoşînê hatine bidestxistin û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

CIVÎNA JINAN

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiî) ya Qersê li bajarokê Bazarcik  ê navçeya Dîgorê civîna “Di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Civîna Jinan” li dar xist. 

Berdevda Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, axîvî û diyar kir ku di çarçoveya banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de li gelek bajaran bi jinan re civiyane. Halîde Turkoglu ev tişt got: “Xeyala me dahatûyeke ku şer lê nebe û jin neyên qetilkirin. Em ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin. Aştî civaka demokratîk e. Em avakirina civaka demokratîk gotûbêj dikin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk herî zêde ji bo jin û ciwanan hatiye kirin” 

Gulistan Kiliç Koçyîgît ev tişt got: "Divê em di vê pêvajoyê de têkoşîna xwe hîn berfirehtir bikin. Em îro çi bi dest bixin, em ê bi têkoşînê bi dest bixin. Têkoşîna me dê destkeftiyên me diyar bike. Ji bo vê, divê em têkoşîna xwe berfirehtir bikin."