Bêrîtan li Adigey û Krasnadarê hate bîranîn

Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK'yî, li Rûsyayê tê bîranîn.

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, piştî Moskowa û Tambovê, vê carê jî li Krasnadar û Adigeyê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK'yî di salvegera 24. a şehadeta wê, de bibîr anîn.

Di civîna bîranînê ya li Mala Kurdan de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Fatma Arîn axivî û qala têkoşeriya Karataş kir. Arîn wateya xeta çalakiya Bêrîtan ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd vegot.