EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Ermenistanê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Saziyên Kurd ên Ermenistanê li Dêrik a herêma Elegezê berxwedêrên Zîndana Amedê bi civînekê bibîr anîn. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîr anîn
Li çendîn bajarên Ewropayê, bi çalakiyan berxwedêrên Rojiya Mezin a Mirinê yên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. -
KOMAW: Berxwedana 14’ê Tîrmehê faşîzm têk bir
KOMAW’ê derbarê salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyanî da û got, “Di şexsê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de yên ku faşîzm têk birin, em hemû berxwedêrên zindanan silav dikin.” -
FCDK/KAWA 3’emîn Kongreya xwe pêk anî
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdisaniyan (FCDK-KAWA) a li Elmanyayê kar û xebatên xwe dike 3’emîn Kongreya Asayî ya xwe li Darmstadtê pêk anî. -
Rayedarên NY’yê nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da
Wezîrên Karê Derve yên Yekîtiya Ewropayê bi rojeva Tirkiyeyê civiya, berî civînê rayedarên NY’yê helwestên xwe yên li ser Behra Spî û dîsa fikarên xwe yên têkildarî binpêkirina mafên li welat nîşan dan. -
Li Kîelê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û şehîdê MLKP/HBDH’ê Sînan Guneş (Serkan Bûlût) hatin bibîranîn. -
Lêhat Botî li Wûppertalê hate bibîranîn
Welatparêzê Kurd Lêhat Botî yê ku meha borî ji ber penceşerê rehmet kiribû li bajarê Wûppertalê yê Elmanyayê hate bibîranîn. -
Li Marsîlyayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Bi çalakiyekê li bajarê Marsîlya ya Fransayê Berxwedêrên Mezin ên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û ji bo gerîlayê HPG’ê Brûsk Amed ê 31’ê Gulanê li Colemêrgê di şer de şehîd bûyî taziye hate danîn. -
Li Saarbrucken û Den Haagê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarên Saarbrucken a Elmanya û Den Haaga Hollandayê bi çalakiyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate protestokirin. -
Faşîzma dewleta Tirk li Swîsreyê hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hate protestokirin. -
Li Nantesê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Nantesê yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin. -
Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li Dûîsbûrgê hate protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê pêk tîne, li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Li Marsîlyayê ji bo gerîlayê HPG’e Amed şîn hate danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Birûsk Amed (Bariş Bardakçi) yê ku di 31’ê Gulanê de li Çelêya Colemêrgê şehîd bûbû, li bajarê Marsîlya yê Fransayê şîn hate danîn. -
Kurdan û Evûstralyiyan dagirkerî protesto kirin
Kurdan û dostên wan ên Evûstralyayî li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daketin qadan. -
MŞD: Li ber êrîşên esmanî yên li Êzîdxanê bêdeng nemînin
Meclîsa Şengal a Derveyî Welat bi daxuyaniyekê nivîskî bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku qada esmanî ji bo Şengalê qedexe bike. MŞD’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirker wê 17-18’ê Tîrmehê bimeşin. -
Awûstûrya: Êrîş ji hêla AKP'ê û MHP'ê ve hatin organîzekirin
Rayedarên hikûmeta Awûstûryayê derheqê êrîşên çar rojan ên li Viyanayê yên li ser Kurdan û komên çepgir ên Tirk daxuyanî dan, gotin êrîş ji hêla saziyên AKP-MHP'ê ve hatine organîzekirin. -
Artêşa Tirk ketiye çiravê
Li Heftanînê artêşa Tirk a di nava 4-5 rojên dawî de nêzî 100 leşkerên wê hatin kuştin, dide nîşandan ku bê ka ketiye çiravekî çawa. -
Dagirkeriya Tirk li Stockholmê hate şermezarkirin
Li ser banga KCDK-E Başûr a protestokirina dagirkeriya Tirk li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li Stockholmê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. -
Piştevaniya li Kurdan îstîxbarata Elman tirsand
Saziya îstîxbarata navxwe ya Elmanyayê Rêxistina Berevaniya Destûrê rapora 2019'an aşkere kir, siyaseta krîmînalîzkeirina saziyên Kurdan domand. Teşkîlatê piştevaniya aktivîstên Elman a bi Kurdan re kire hedef û got, ''Elmanya di hedefa MÎTê de ye''. -
Ciwanên Kurd li Fransayê dewleta Tirk şermezar kirin
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ciwanên Kurd êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîd şermezar kirin. Bi vê armancê meşiyan. -
Maîlên gefxwarinê yên Neonazî: Wezîr LKA sûcdar kir
Tê gotin ku li eyaleta Hessenê ya Elmanyayê, di mijara gefên Neonaziyan de yên li dijî siyasetmedara jin a Partiya Çep û gelek kesan, şaşitiyên giran ên daîreya krîmînal a eyaletê hene. -
Li Stûttgart û Hannoverê çalakiyên kon hatin kirin
Li bajarê Stûttgart û Hannover ên Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên kon hatin kirin. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan çalakiya kon
Kurdistanî û dostên wan li Stockholm a paytexta Swedê, bi daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ji bo 2 rojan çalakiya kon dan despêkirin. -
Polîsê Mawda gule kir wê ji cînayeta ‘bêqestî’ bê darezandin
Polîsê ku li Belçîkayê sala 2018’an gule li wesayîta ku koçber li nav bû reşand û bû sedema ku zaroka keç a Kurd Mawda jiyana xwe ji dest bide, wê ji ‘cînayeta bêqestî’ bê darezandin. -
Parlementerên PE: Bila alîkariyên ji bo Tirkiyeyê were sekinandin
Li Parlementoya Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyeyê hate kirin. Di civînê de hate diyarkirin ku divê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê û alîkarî were sekinandin.