YJK-S: Komkujiyên dewleta Tirk ên li ser jinan rawestînin

Jinan bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jin û zarokan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Komkujiyên dewleta Tirk ên li ser jinan rawestînin.“

Kurdistaniyên li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, ji 25’ê Çileya 2021’ê û vir ve her roja Çarşemê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) tên ba hev û çalakiya rûniştinê lidar dixin. Çalakiya vê heftiyê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) dewr girt. Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate kirin.

Jinan di çalakiya vê heftiyê de bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser jin û zarokan. Jinan bi bîr xist ku ji destpêka meha Tebaxê û vir ve 8 zarok di encama êrîşên balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker de hatine qetilkirin û 24 jî birîndar bûne û bang li NY’ê kirin ku demildest êrîşên dewleta Tirk rawestînin.

Hevseroka CDK’ê ya Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev axivî. Aşirbaev diyar kir ku ew di çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin de, bal dikêşînin ser êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û wiha pêde çû: “Jinên Kurd ji bo zarok, xak û azadiya xwe îro hatine li ber NY’ê. 4 zarokên me û jinên ciwan qetil kirin. Li kûdera cîhanê dema zarok diçe dibistanê yan jî dema voleybol dilîze, hatiye qetilkirin. Yên ku tên qetilkirin tenê zarokên me ne. Ji bo em neyên qetilkirin, em neçarin azad bibin. Îro me fikirî ku em cil û bergên reş li xwe bikin. Na, em xwesteka dijmin nakin, em ê bi gulan werin. Dagirker bi xwe wê ji xaka me derkevin, em ê serbikevin. Bila her kes vê yekê baş bizane. Bijî Jinên Kurd! Bijî PKK, Bijî Serok Apo, jin jiyan azadî.”

Li ser navê Koma Piştgiriya Gelê Kurdistanê jî Lûcîa Parrî daxuyaniya bi zimanê Fransî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 2’ê Tebaxê de li Til Rifetê Fehîme Reşo a 17 salî, 16’ê Tebaxê li Taxa Sînaa ya Qamişloyê Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên, 16’ê Tebaxê li gundê Zorava ya Kobanê Ebid Mihemed Hecî yê 12 salî, 18’ê Tebaxê li gundê Şemoka yê Hesekê-Til Temir di êrîşa hewayî ya li ser navenda perwerdeya zarokên keç de Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo hatin qetilkirin.

Em daxwaz dikin artêşa Tirk dawî li van êrîşên xwe bîne!

Perwerdeya zarokên keç, encama serkeftina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Divê ev destkeftî bên parastin. Em daxwaz dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin. Divê destûr neyê dayîn ku êdî balafirên bêmirov ên Tirk van êrîşan pêk bîne. Divê di binpêkirinên mafên mirovan de, Tirkiye berpirsyar bê girtin. Mafê hemû mirovan û bi taybetî jî mafê zarokan heye ku di nava aştiyê de bijîn.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqiqeyan hate kirin.

Çalakiya rûniştinê bi berzkirina dirûşmeyên “Lîberte Ocalan”, “Faşîst L’etat Tirk”, “Bijî Serok Apo”, “Noûs sommes qûî PKK” û “Vîve le PKK” dewam kir.