Yilmaz Guney li ser gora xwe hat bîranîn

Yilmaz Guney li ser gora xwe ya li Parîsê hat bîranîn.

Hunermendê Şoreşger Yilmaz Guney di 38 salvegera ji dest dana jiyana xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Lachaîseyê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Merasîma bîranînê ji aliyê saziyên weke CDK-F, ACTIT, ODAK, BÎR-KAR, ADHK, ADKM, DHP, Partîzan, PDD û Pêşeng Partîzan ve hat li darxistin û di merasîmê de belavoka hevpar hate xwendin. Di merasîmê de stranên bi Kurdî, Kurmanckî û Tirkî hatin guhdarkirin û helbest jî hatin xwendin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku Yilmaz Guney, hunermendê kesên mazlûm e.