Yên êrîş kirin nîjatperestên Tirk in, ên polîsan jî êrîşî wan dikin Kurd in

Piştî êrîşa nîjatperestên Tirk ên alîgirên AKP/MHP’ê ya li ser Kurdên ku li bajarê Herne yê Elmanyayê dagirkeriya Tirk protesto dikirin û şûnde, polîsan serî li şidetê da û avêtin ser malê Kurdan.

Piştî êrîşa qirker û dagirker a 9’ê Cotmehê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şûnde li gelek xwepêşandanên protestoyî yên Kurdan ên li Elmanyayê hewldanên provakatîv ên alîgirên AKP/MHP’ê pêk hatin.

Bi taybet êrîş û hewldana lînckirinê ya nîjatperestên Tirk ên li bajarê Herne ya Elmanya ya li NRW’ê bal kişandibû. Di xwepêşandana 14 û 21’ê Cotmehê de nîjatperestên Tirk li ber çavên polîsan êrîşî Kudistanî û dostên wan ên çalakiyên protestoyî lidar xistibûn kirin.Heta ji bo piştevanîkirian bi berxwedanê re mala welatiyên Kurd ê ala YPG’ê li şibakeya mala xwe dabû hatibû şewitandin.

Piştî bûyera li Hernê û şûnde li ser fermana  dozgerê Bochûmê bi ser mala 4 Kurditaniyan hate girtin. Polîsan deriyê mala Kurdistaniyekê şikdan û hemû ferdên malê li erdê dirêj kirin û li malê lêgerîn kirin. Kurdistaniyek ku ji sedî 80’ê rûyê xwe astengdar ku polîsan lê da, tevî vê jî li sûtyê wî girtin û li erdê dirêj kirin û kelepçe kirin.

Kurdistaniyên piştî serdegirtinê ji ANF’ê re axivîn, diyar kirin ku wê giliyê polîsên ku şidet kirine li darazê bikin. Kurdistaniyan anî ziman ku wê bi rêya parêzeran gilî li polîsan bikin, diyar kirin ku sedemê serdegirtina malê û lêgerînkirinê nezanîne û ti wate jî nedayê.

Dozgerê Bochûm û Midûrê Emniyetê yê Hernê jî girêdan bi ‘bûyerên şidetê yên di navbera Kurd û Tirkan de rû dane’ ve girêdayî ye, pêk hatiye. Dozgeriyê ragihand ku bi giştî di derbarê 10 kesan de lêpirsîn daye destpêkirin.