Yekîtiya Weşangerên Elmanyayê û PEN: Arşîva saziyên Kurd teslîm bikin

Yekîtiya Weşangerên Elman û Kluba PEN’ê ya Navneteweyî ya navendî ya Elmanyayê bang kir bila arşîva Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîkê ya kuhatibû desteserkirin, teslîmî saziyan were kirin.

Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk ên li Elmanyayê du saziyên girîng ên çand û hunerê ne, di 1’ê Sibata 2019’an de bi biryara Wezareta Karê Navxweyî hatibûn qedexekirin. Piştî biryarê polîsên Elmanyayê dest danîbûn ser bi hezaran pirtûk, CD û arşîvan muzîkê.

Wezaretê qedexeya li ser PKK’ê nîşan da. Ev qedexe ji sala 1993’an û vir ve didome. Dadgeha Îdareya Federal di 26’ê Çileya 2021’an de biryara qedexeyê pesend kiribû.

Dadgehê derbarê arşîvê tu biryar neda. Yekîtiya Weşangerên Elman û Kluba PEN’ê ya Navneteweyî ya navendî ya Elmanyayê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin arşîva Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîkê ya ku hatibû desteserkirin, teslîmî saziyan were kirin.

Yekîtiya Weşangerên Elman û Kluba PEN’ê ya Navneteweyî ya navendî ya Elmanyayê diyar kirin divê pêvajoya darizandina li ser saziyên Kurdan bi awayekî şeffaf were kirin û ev bang kirin “Biryara qedexeyê ne li ser arşîva muzîk û pirtûkan e. Bi tu awayî nabe ku berhemên çandî werin îmhakirin. Ji ber vê jî divê arşîv û pirtûk teslîmî saziyên Kurdan were kirin.”