Welatparêz Hayrî Han koça dawî kir

Welatparêzê Kurd Hayrî Han ji ber krîza dil li bajarê Ûlmê jiyana xwe ji dest da. FED-GEL'ê bal kişand ser keda Han a ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd.

Hayrî Han ê ji navçeya Gimgim a Mûşê ku li bajarê Ûlm ê Elmanyayê dima, ji ber krîza dil koça dawî kir.

Hayrî Han ku ji malbateke welatparêz bû, ji zarokatiyê ve têkoşîna şoreşgerî nas kir, lewma gelek caran dewleta Tirk zext û zordarî lê kir. Ji ber van zextan jî beriya 20 salan neçar ma ku welatê xwe biterikîne û xwe li Elmanyayê bigire. H an ji roja ku hate Elmanyayê li Ûlm û derdora wê karên şoreşgerî kir.

Hayrî Han ku bi fedakarî, karkerî, dilsoziya xwe ya bi gel û têkoşînê re, her wiha bi kesayetiya xwe ya dilnizm yekî mînak bû û li nava her kesî cihê hurmetê bû.

Hayrî Han sala 1969'an ji dayik bû û bavê 7 zarokan bû.

FED-GEL'ê peyameke sersaxiyê weşand û got, "Hevrêyê me Han ku salên dûr û dirêj ked ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd da, di nava jiyana xwe de xwedî sekneke mînak bû. Em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wî derkevin."