Wê li Lozanê Konferansa Kurd bê lidarxistin

Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kirî çar parçe, dikeve sala xwe ya 100’emîn û Kurd wê li bajarê Lozanê konferansekê lidar bixin.

Li ser peymana Lozanê ku 24’ê Tîrmehê 1923’ê li bajarê Lozan a Swîsreyê pêk hat û Kurdistan di fermiyetê de belavî 4 parçeyan kir, 99 sal derbaz bûn. Kurd weke her sal, wê îsal jî di dîroka peymana Lozanê de meş û mîtingan lidar bixin.

Li bajarê Lozanê wê Kurd 24’ê Tîrmehê di salona ku peyman lê pêk hatî de, konferansek neteweyî lidar bixin. Li gorî agahiya ku Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Ahmet Karamûs dayî, wê konferansek yek rojî bê lidarxistin û wê ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek pêkhateyên siyasî, sazî û kes tevlî bibin.

Konferans wê bi pêşengiya KNK’ê bê lidarxistin. Ji bo konferansê komîteyek ku rêvebirên xwecihê yên li Lozanê jî di nav de ne, hat avakirin. Ev komîte ji ber salvegera 100’emîn a peymana Lozanê, wê gelek çalakî û merasîman organîze bikin. Rayedarên Komîteyê, wê di rojên pêşiya me de bi daxuyaniyek a çapemeniyê, plana çalakiyan a yek salî bi ragihînin.

‘KONFERANS WÊ RENG BIDE ÎRADEYA GELÊ KURD’

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs têkildarî konferansê bersiva pirsên me da û diyar kir ku heta niha 57 partî û rêxistinên siyasî tevlîbûna konferansê beyan kirine. Karamûs da zanîn ku ji xeynî partî û saziyên siyasî wê gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û akademîsyen tevlî konferansê bibin û wiha pêde çû: “Em teqez dikin ku wê konferans bibe konferansek neteweyî ku reng bide îradeya gelê Kurd û Kurdistanê. Em difikirin ku wê li dijî Peymana Lozanê gelek kes tevlî bibin. Yek ji aliyên herî girîng ê vê konferansê, ew e ku wê konferansa me li salona ku Peymana Lozanê lê hatî îmzekirin, bê lidarxistin.”

Karamûs anî ziman ku ji ber sala 100’emîn a Peyman Lozanê gelek cûreyên însiyatîfan hene, ew KNK evane di bin banekê de anîne ba hev û got: “Ji ber amadekariyên bi vî awayî hewldanên cuda çêbûn, me wek KNK’ê ev mijar beriya salekê anî rojeva xwe lê belê me baş dizanî ku di vê qadê de gelek hawîrdorên cuda, komîte û projeyên cuda hene. Ji ber vê yekê me xwest ku hemû înisyatîf û dostên wan, proje û xebatên wan bînin ba hev. Li bajarê Lozan a Swîsreyê Meclîsa Gel bi xwe însiyatîfek bi vî awayî girt. Em xebatek serkeftî bi hevparkirinê bi rêve dibin. Konferansa ku wê 24’ê Tîrmehê bê lidarxistin jî yek ji van xebatan e.”

Karamûs destnîşan kir ku wê şer û mercên cih bê berçavgirtin û wê hêjmarek diyar tevlî konferansê bibin, anî ziman ku wê weşana zindî ya konferansê di televîzyon û platformên dîjîtal de bê weşandin.

Konferans wê 24’ê Tîrmehê roja Yekşemê saet 10.00’an li navnîşana Place de la Rîponne ya Lozanê destpê bike û wê heta saet 17.00’an dewam bike.

BERNAMEYA KONFERANSÊ

Bernameya konferansê jî wiha ye:

"10.00 – 10.05 – Rêzgirtin

10.05 – 10.15 – Axaftina vekirinê

10.15 – 10.30 – Sînevîzyona ku derbarê Peymana Lozanê hatî amadekirin

10.30 – 13.00 – Axaftin û meyzandinên beşdarvanan

13.00 – 14.00 – Navbera nan

14.00 – 16.00 – Axaftin û meyzandinên beşdarvana

16.00 – 17.00 – Encamnameya konferansê”