'Wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe'
Mihemed Salih Gok anî ziman ku eger karibin navê PKK’ê ji ”lîsteya terorê” derbixin, wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî misoger bibe.
Mihemed Salih Gok anî ziman ku eger karibin navê PKK’ê ji ”lîsteya terorê” derbixin, wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî misoger bibe.
Mihemed Salih Gok ê ku bi awayek çalak tev li kampanya îmzeyan ya ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin dibe, anîn ziman ku divê her kes bizane ku heger em navê PKK’ê ji ”lîsteya terorê” derbixin, helbet wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî misoger bibe.
Kampanya îmzeyan ku ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin hate destpêkirin, tevî welatên Ewropa û Kurdistanê li gelek welatan dewam dike. Li paytexta Swêd Stockholmê jî hema bibêje her roj li qadekê stand tên danîn û îmze têne berhevkirin.
Li kolanên vî bajarî kesek heye ku ne bi navê xwe, lê bi navê Îmzacî tê naskirin. Kurdên ji welat dûr, her yek bi awayekî hewil dide ku bi rengekî hevkariya doza gelê Kurd a mafdar bike. Helbet yek ji wan kesan jî Mihemed Salih Gok ku êdî ne bi navê xwe, bi navê Salihê Îmzecî tê naskirin e. Salih, her roj bi awayekê rêk û pêk, tûrikê xwe ya ku kaxezên ji bo berhevkirina îmzeyan ji kolanan, dide milê xwe û ji mala xwe dertê. Pir kesên biyanî yên navdar, hemwelatiyên Swêdî, gerokên biyanî, hema bibêje her kes bi awayekî wî dibînin... Weke ku ew bi xwe jî dibêje, êdî di karê berhevkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji ”lîsta terorê” bûye pispor...
BI 50 HEZAR ÎMZEYÊ EV NAV HEQ KIR
Wî, navê Salihê Îmzecî bi taybetî di sala 2011'an de dema bi tena serê xwe bi berhevkirina zêdetirê 50 hezar îmzeyan heq kir û Kurdan ev nav lê kir. Di çarçoveya domandina heman karî de îsal jî ji meha 7'an û vir ve dîsa berê xwe daye nava kolanên Stockholmê. Stockholm, wek her paytexta welatên Ewropayê cihekî reng bi reng e lê li vî bajarî pirçandî hinek zêde ye… Dema bi Salih re li kolanan digeriyam, wî bi her kesî re li gora zimanê wan, her çend zimanekê şikestî be jî lê bi Swêdî, hinek İngilizî, hinek Erebî, hin caran çend gotinên Spanî û hwd hewil dida ku hem bi kesên ku îmze biavêjîn dixwest bide pejirandin û hem jî diket hewila danfêmkirina armanca berhevkirina îmzeyan... di nava diyalogê de her wiha qala rewşa siyasî û civakî ya şervanên gelê Kurd, qala daxwazên gelê Kurd û qala rewşa civatê jî dikir.
‘EZ BI VÎ NAVÎ SERBILIND Û KÊFXWEŞ IM’
Îsal jî wek sala 2011'an dîsa bi nava kolanên Stockholma paytexta Swêdê. Hin caran Efrîkayî, hin caran Efxanistanî, hin caran Hindistanî, hin caran Kenyayî, hin caran Spanyayî û bêguman Kurdên ji her çar aliyê Kurdistanê jî ku li Stockholmê dijîn lê rast tên û di wan kêliyên ku Salih îmzeyan kom dike û pir kesên ji neteweyên cuda ku lê rast tên an ew bi xwe berê xwe dide wan, piştî guhdar kirina sedema daxwaza îmzeyê, bi dilxweşî îmzeya xwe diavêjin... tiştekê din ku ez bûme şahid, pir kesên ku îmze jî nadin, ew bi rûkenî û dilxweşî spasiya wan a ji bo guhdar kirinê dike... her weke ku ew bi xwe jî dibêje: di vî karî de bûye pispor... ew rojane bi awayekê plankirî her roj piştî nîvro, radihêje kaxez û pênûsa xwe û berê xwe dide nava bajêr... beriya çend rojan li komeleya Kurdî li wî rast hatim, min pirsa: "Dema ji te re dibêjin Salihê Îmzecî, tu xwe çawa hîs dikî" kir û wî got: ”Min ev nav wisa bi hêsanî kar nekir, êdî ne tenê Kurd, pirê biyaniyan jî biyanî jî êdî min bi vî kar û navî nas dikin, ez bi vî navî serbilind û kêfxweş im.
‘PÊŞÎ LI BER BIDESTXISTINA MAFÊ KURDAN DIGRE’
Mihemed Salih Gok, dibêje divê her kes bizane ku heger em navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ”lîsteya terorê” derbixin, helbet wê azadiya Rêberê me jî misoger bibe. Gok diyar kir ku ev lîsteya reş, pêşî rê li ber bidestxistina mafê Kurdan digire û got: “Divê her kes bi vê zanebûnê û bi hezkirin dest bi vî karî bike... Min hewil da pir caran bi hin kesan re bi hev re vî karî bimeşînim, lê pir serkeftî nebû...”