TJK-E: Li her derê berxwedan û têkoşînê bilind bikin

TJK-E: Li dijî siyaseta qirêj a vîna gelê me dike hedef, bang dikin ku cih li gel gerîlayên azadiya Kurd bigirinî li her derê berxwedanê û têkoşînê bilind bikin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) li ser êrîş û gefên dewleta Tirk a dagiker a li ser gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û banga xurtkirina berxwedan û çalakiyan da.

TJK-E’yê bal kişand ser komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxo ku 9 welatî hatin qetilkirin û 23 jî birîndar bû û got: “Ev ne windahiyên destpêkê ne ku dewleta Tirk li ser welatiyên sivîl dike, eger neyê rawestandin jî wê dewam bike.”

TJK-E’yê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û ev anî ziman: “Di serî de NY, DYE û YE, hêzên navneteweyî divê li ber van qetlîam û êrîşên bê exlaqî yên dewleta Tirk bibin xwedî helwest; nebin hevkarên sûcên şer ên TC’ê. Gava herî girîng ku îro bê avêtin û pêwîst li Başûrê Kurdistan û Rojava qada hewayî ji balafirên dewleta Tirk a dagirker û faşîst re bê girtine.”

TJK-E’yê bang kir ku li dijî êrîşên qirker bê sekinandin û got: “Li dijî êrîşên qirker divê di serî de rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, tevgerên jinan û hemû hêzên navneteweyî helwesteke hevpar nîşan bide, li dijî siyasetên qirêj ên vîna gelê me dike hedef li dorî gerîlayên azadiya Kurd bibin yek, li her derê berxwedan û têkoşînê bilind bikin.”

Li ser vî bingehî Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) diyar kir ku wê 23’yê Tîrmehê li gelek cihên Ewropa, Avûstralya û Kanadayê meş û çalakiyan bike. TJK’ê bang kir ku bi ruhê netewî divê di serî de jin, hemû gelê Kurd, ciwan, dostên xwe û hêzên demokratîk vexwed çalakiyan.