Tîmûrturkan bi tena serê xwe 21 hezar û 230 îmze kom kir

Nexweşê kanserê Îsmet Tîmûrturkan ku bi berprisyariyeke mezin xwedî li kampanya îmzeyan derdikeve, zêdeyî armanca xwe; 21 hezar û 230 îmze kom kir. Tîmûrturkan got, "Heta ku li ser xwe bim, ez ê îmzeyan kom bikim."

Ji bo navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin li welatên Ewropayê kampanya îmzeyan dewam dike. Kampanya li Qibrisê jî her roj li bajarekî tê meşandin. Kurdistanî ji roja destpêkirina kampanyayê û vir ve bi ked, fedakariyeke mezin tevlî dibin.

Komîsyona îmzeyan ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê hate avakirin, karê kampanyayê bi berpirsyariyeke mezin dimeşîne. Her Kurdek jî li cihê ku lê ye xwedî li kampanyayê derdikeve.

Îsmet Tîmûrturkan yek ji wan e.

Îsmet Tîmûrturkan tevî ku nexweşê kanserê ye ji roja destpêkê ya kampanyayê ve dixebite. Tîmûrturkan ku bavê heft zarokan e, her tim ji serê sibehê heta êvarê li kolanên bajarê Lîmasolê, li tax, bazar, qehwexane û festîvalan, her wiha li bajarên din ên Qibrisê jî îmze kom kir.

Tîmûrturkan sibeha Yekşemê li peravê Moloz Parkê yê Lîmasolê îmze kom kir û heta niha bi tena serê xwe 21 hezar û 230 îmze kom kiriye.

BI HESTEKE MEZIN A BERPIRSYARIYÊ TEVDIGERE

Pirsgirêkên tenduristiyê car carna zorê bide wî jî ti carî xwe ji vî karî neda alî û bi kelecaneke mezin ev xebat meşand.

Tîmûrturkan got, "Min heta niha 21 hezar û 230 îmze kom kiriye. Ez ê bi vê yekê nemînim. Dema ku min destpê kir, min ji xwe re armancek diyar kir. Lê belê rast nabînim ku li pêşberî şerê heyî yê li Kurdistanê sînorekî daynim pêşiya xwe. Meşa li ser şopa Rêber Apo û PKK'ê ku hêviya gelan e, wezîfeya herî bi rûmet a cîhanê ye. Lewma heta ku li ser xwe bim ez ê îmzeyan kom bikim."