Tifaqa Ked û Azadiyê li Dûîsbûrgê stand danî

Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ên li Dûîsbûrgê ku bajarekê Elmanyayê ye, stand danî û bang kir ku her kes biçe dengê xwe bide.

Li Dûîsbûrgê ku bajarekê Elmanyayê ye, Platforma Hilbijartinê ya Dûîsbûrgê ku ji aliyê pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û Komeleyên Herêmî ve hatiye avakirin, li Taxa Hamborn a Dûîsbûrgê, ji bo hilbijartinan ku wê dengdayîn li Ewropayê heta bi 27’ê Nîsanê berdewam be, konê agahdarkirinê danî.

Serê sibehê zû, Platforma Hilbijartinan ku ji bo dengê xwe bidin hilbijêran dibe Konsolosxaneya Dûsseldorfê, stand danî û propagandaya Partiya Çepên Kesk kir.

Dilxwazên stand danî, belavok belav kirin û banga tevlêbûyîna ‘’Şeva Piştevaniyê Bi Partiya Çepên Kesk re’’ kir. Şeva piştevaniyê wê 1’ê Gulanê li Dûîsbûrgê be.