TEV-ÇAND’ê banga xwedîderketina li kedkarên çand û hunerê kir
Tevgera çand û hunerê TEV-ÇAND a Ewropayê, bertek nîşanê operasyonên qirkirinê yên siyasî da û banga xwedîderketina li kedkarên çand û hunerê li gelê Kurdistanê kir.
Tevgera çand û hunerê TEV-ÇAND a Ewropayê, bertek nîşanê operasyonên qirkirinê yên siyasî da û banga xwedîderketina li kedkarên çand û hunerê li gelê Kurdistanê kir.
TEV-ÇAND a Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî da, got: “Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re maye bi rojan. Desthilata siyasî ya AKP-MHP ya faşîst ku li hember berxwedana destanî ya gelê Kurd û tevgera wê ya li dijî êrîşên qirkirinê yên faşîst têk diçe, bi êrîşkirina kedkarên me yên çand û hunerê hewil dide ku xwe ji têkçûyînê xelas bike. Êrîşên berpêyî siyasetmedarên me ku pêşengên gelê Kurd in, kedkarên me yên çand-huner û çapemeniyê ne yên ewil in ne jî yên dawîn in, berxwedana li dijî van êrîşan jî ne ewil e ne jî wê dawî be.“
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Desthilata faşîst ku li Zapê têk çû, li Kurdistanê bi êrîşkirina saziyên me, dibêje qey wê moralê gelê Kurd û dostên wan xera bike. Lê diyar e ku ji dîrokê tu ders wernegirtiye. Ji ber ku dizane wê di vê hilbijartinê de têk biçe, serî li siyaseta tirsandinê dide da ku bigihîje encamê, lê hewildanên wê yên beredayî li dîwarên berxwedanê diqulibin. Li dijî erîşên berpêyî kedkarên me yên çand û hunerê ku xwedanê kevneşopiya hunera şoreşger a Alî Temelan, Abdelmelîkan, Sarya û Yektayan in, em ê bi geşkirina xebatên çand û hunerê, têkoşînê yekcar geş bikin û li ber xwe bidin.
Li ser vî asasî, banga me li gel, dost û siyasetmedarên me ew e ku li kedkarên me yên çand û çapemeniyê baş bibin xwedî.“