TCŞ’ê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kir
TCŞ‘ê li banliyoya Grîgny ya Parîsê, bi armanca teşhîrkirin bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xist.
TCŞ‘ê li banliyoya Grîgny ya Parîsê, bi armanca teşhîrkirin bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewropayê (TCŞ), li banliyoya Grîgny ya Parîs a paytexta Fransayê, çalakiyeke teşhîrkirina çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a bi ser Herêmên Parastina Medyayê de li dar xist. Ciwanên li Grîgny Centerê civiyan, ji bo temsîlkirina bikaranîna çekên kîmyewî dûmanên rengîn derxistin û maskeyên gazê dan ber dev û difinê xwe.
Ciwanan, di çalakiyê de dowîzên “Erdoganê kîmyewî, terka Kurdistanê bike“, “Duh Helebçe îro Qendîl“, “Kurd, bi çekên kîmyewî tên qetilkirin û dinya lê temaşe dike“, “OPCW çavên xwe vebike û Erdoganê dîktator rawestîne“ hildan.