Hikumeta Swîsreyê biryar da ku bermahiyên xwe yên nukleerî salên bê li herêmeke nêzî sînorê eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê binax bike. Cihê ku Swîsre dixwaze bermahiyên xwe yên nukleerî vêşere, bi tenê çend kîlometreyan dûrî navçeya Hohentengen am Hochrheinê ye ku li navçeyeke Elmanyayê ye.
Tê texmînkirin, ku 9 hezar û 300 metrekup madeyên radyoaktîf ên gelekî çalak, ku wê li sê sergoyên nukleerê bêne binaxkirin 200 hezar salî, 72 hezar metrekup madeyên kîmyewî yên di asta navîn û kêm de çalak in, di nava 30 hezar salî de tune bibin. Li Swîsreyê bi giştî 4 santralên nukleerî hene û tê gotin ku wê herî kêm heta sala 2040'î bêne xebitandin.
Sergoyekî bermahiyên nukleer ên Swîsreyê niha li cihekî bi 15 kîlometreyî dûrî sînorê Elmanyayê ye. Biryara hikumeta Bernê ya ji bo çêkirina sê sergoyên din li herêmeke nêzî sînorê Elmanyayê, rayedarên Elman aciz kir.
Rayedarên li Eyaleta Baden-Wurttembergê diyar kirin ku bermahiyên nukleer wê bi taybetî bandoreke giran li çavkaniyên avê yên li herêmê bikin. Şêwirmendê Wezareta Hawirdorê Christian Kuhn bang li Swîsreyê kir ku dest ji plana sergoyê bermahiyên nukleer berde ku wê zerareke cidî bide herêmê.
Hikumeta Swîsreyê plan dike ku sala 2025'an dest bi çêkirina sergoyên bermahiyên nukleer bike û karê binaxkirina bermahiyan jî ji sala 2050'î û pê ve destpê bike. Hikumeta Bernê wê roja Duşemê agahiyên berfifreh ên planê yekemcar bi raya giştî re parve bike.