Silava Remedan li Berlînê hate bibîranîn

Silava Remedan a 11 salî ya di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Rojava de hate qetilkirin, li Berlînê hat bibîranîn.

Artêşa Tirk di 18’ê Tebaxê de navenda perwerdehiyê ya zarokên keç ên li gundê Şemokayê bombe kir. Di êrîşê de 4 zarok hatin qetilkirin û 11 zarok jî birîndar bûn. Silava Remedan a 11 salî ya ji Dirbêsiyê ku di êrîşê de birîndar bû 1’ê Îlonê li nexweşxaneyê şehîd bû.

Ji bo Remendan li ofîsa PYD’ê ya Berlînê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de ewilî nûnerê PYD’ê Deham Îbrahîm axivî û piştre nûnerê PYD’ê yê Elmanyayê Xebat Şakir mafê axaftinê girt û wiha got: “Ez di şexsê şehîd Silava Remedan de hemû qehremanên di Şoreşa Rojava de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim.“

Şakir anî ziman ku Şoreşa Rojava şoreşa neteweya demokratîk e û got: “Di sala 2004‘an de Kurd ji Ereban dûr bûn. Lê îro Kurd, Ereb, Suryanî bi hev re ne û li pêş in. Li Rojava hema bêje Suryanî tunebûn. Ermenî, belkî 500 kes li Rojava mane. Lê weke gel, weke civak li Rojava cih digirin. Êzidî weke civak cih digirin, rojên wan ên olî bi awayekî fermî tên pîrozkirin. Ev jî nîşan dide ku Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan e. Em bi saya van şehîdan pergala xwe xurt dikin, hêviyên xwe zindî dihêlin.“