Saziyên alîkariyê konferansa xwe ya salane li dar xist

Saziyên Alîkariyê yên Hevkar ên li Ewrûpayê li bajarê Troisdorfê konferansa xwe ya salane li dar xistin.

Saziyên Alîkariyê yên Hevkar ên li Ewrûpayê li bajarê Troisdorfê yê Elmanyayê konferansa xwe ya salane li dar xistin. Endam, rêveber û xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê- Elmanya, Heyva Sor a Kurdistanê - Belçîka, Heyva Sor a Kurdistanê- Hollanda, Heyva Sor a Kurdistanê - Îtalya, Heyva Sor a Kurdistanê - Swîsre, Heyva Sor a Kurdistanê- Ingilistan, Heyva Sor a Kurdistanê- Norwêc, Heyva Sor a Kurdistanê- Japan, Roja Sor a Kurdistanê - Swêd, Roja Sor a Kurdistanê- Awusturya û Roja Sor- Fransa beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de ewilî Serokê Heyva Sor a Kurdistanê - Elmanyayê Dr. Rojvan Bîlgîn axivî û got: “Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji ber êrîşan, şerê navxweyî, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan, bi mîlyonan mirov ji bo li ser piyan bimînin, li ber xwe didin. Li Kurdistanê civaka ku ji aliyê hêzên dagirker ve bi xizanî, bêkarî û birçîbûnê re rû bi rû hatiye hiştin, di rewşeke xerab de ye. Li gel êrîş û zextên dagirkeran rê li ber encamên kambax vekirin. Ji ber vê yekê, pêwîstiya alîkariya bi mirovên hewcedar re ji her demê zêdetir bû.

Ji ber van sedeman beşek mezin mirov koçber bûne, hîna jî nebûne xwedî cih û warên ku bikarin pariyek nan lê bixwîn. Gelek ji wan bi hêviya ku bibin xwedî jiyanek aram, li ser rêyên koçberiyê zehmetiyên mezin jiyan kirin. Bi hezaran li ji wan jî li ser rêyên koçberiyê li dewsa jiyanê rastî mirinê tên.“

Bîlgîn anî ziman ku Heyva Sor a Kurdistanê û Roja Sor a Kurdistanê ji bo her deverên Kurdistanê bê navber ji bo kesên mexdûr û hewce xebatên alîkariyê dimeşîne.

Piştî axaftinan, raporên xebatên alîkariyê û raporên darayî hatin xwendin. Li gorî raporan, saziyên alîkariyê yên hevkar sala 2022'an de di çarçoveya projeyên xwê yên alîkariyê de li gelek deverên Kurdistanê ji bo kesên mexdûr û xizan xebatên alîkariyê meşandine.

Di konferansê de xebatên saziyan hatin nirxandin û ji bo xebatên paşerojê plansazî hate kirin.

Di konferansê de bi taybetî li ser 2 xalên sereke hate rawestandin. Yek jê xebata endam çêkirinê û ya din jî xebata hevkariya bi saziyên alikariyê yên biyanî re bû.

Di konferansê de hate gotin ku saziyên alîkariyê bi zêdebûna hejmara endaman xwe dikarin destê alîkariyê dirêjî bêhtir kesên mexdûr bikin û hate gotin: “Bi zêdebûna hejmara endaman ji saziya alîkariyê re rêya têkiliyan bi saziyên navneteweyî û dezgehên fermî re jî vedike û di çêkirina projeyên hevpar de bandoreke erênî dike. Gava saziyên me karibin bi saziyan re têkiliyên xurt deynin û her wiha karibin projeyên hevpar çêkin, wê gavê bi milyonan kesên hewcedar û mexdûr li Kurdistanê wê ji derfetên van saziyan alikariyê wergirin."

Di konferansê de biryarên hatine girtin:

“Projeyên alîkariyê yên ku demên dirêj dewam dikin wê were xurtkirin, ji bo ku kesên mexdû ji van projeyan sûd werbigrin.

Heta serê sala 2023’an wê ji 4000 malbatên mexdûr ên li Kurdistanê re alîkarî bê şandin.

Ji bo zarokên sêwî û bêxwedî, ji zarokên Şengalê yên sêwî re alîkariya demdirêj wê bê şandin.“