Saziyên Êzidiyan ji bo Festîvala Çanda Kurd banga tevlîbûnê kirin
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bang li gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî ya li Ewropayê kirin ku beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn bibin.
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bang li gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî ya li Ewropayê kirin ku beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn bibin.
Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn ku 17'ê Îlona 2022'an li bajarê Landgraafê yê Hollandayê tê lidarxistin, sazî û rêxistinên Êzidiyan ên li Ewropayê daxuyaniyeke hevpar dan û banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava 30 salan de festîval her mezin bû û bi xwe re diyaloga nava civak, sazî û partiyên Kurdistanî jî xurtir kir.
Di dewama daxuyaniyê de işaret bi bandora dîasporayê li ser dûrketina li çand û hunerê hate kirin û hate gotin, "Bi taybetî ji her kesî zêdetir divê civaka me ya Êzidî xwedî li çand û hunera xwe derkeve."
Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Ji bo ku nifşê me yê ji cihê bav û kalan dûr, li dîasporayê winda nebe û têkiliyên wan bi axa pîroz Şengal re pêk were, divê di serî de ji çand, huner, ol û exlaqê civaka xwe dûr nekeve. Xurtkirina çand û hunera Kurdî wê bibe pirek zexm di navbera civaka me ya dîasporayê û Êzidîxanê.
Çawa Kurdistan bê Êzidî nabe, wisa jî Êzidîtayî bêyî Kurdistan nikane xwe biparêze. Bi vê bîr û baweriyê, dubare Banga me li tevahiya Kurdîstaniyan, dost û hevaan û bi taybetî jî li Civaka Êzidî, ku roja 17.09.2022 bi cil û bergên xwe bi ciwanên xwe tevlî vê festîvalê bibe, tevlîbûna vê festîvalê xwedîderketina nirx û ola Êzidîtayê ye, tevlîbûna vê Festivalê şopdariya rêya Mamên Êzdîxan, Mam Zekî Şengalî û Mam Beşîr e."
SAZIYÊN KU BANG KIRIN
Saziyên Êzidiyan ên bang kirin wiha ne:
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ)